Şêniyên bajarokê Kifrî û navçeya Koyê, li dijî gendelî û nedana mûçeyan çalakiyan li dar dixin û daxwaziya guhartinê dikin.
Welatiyên navçeya Koyê ya Hewlêrê, rêyeke sereke ya navçeyê ji çûnûhatinê re girtin û daxwazkirin ku divê hikûmet sozên xwe pêk bîne û mûçeyan bide.
Her wiha şêniyên Kifrî jî li dijî bêkarî, nebûna xizmetguzarî û her cure gendeliya hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser piyan in.
Xwepêşanderan da xuyakirin ku heta daxwaziyên wan bi cih neyên, ew ê çalakiyan bidomînin û ji qadan venekişin.
Hin daxwaziyên xwepêşanderan ev in:
Derfetên kar ji bo ciwanan bên avakirin
Divê li Kifrî kargehên hesin, zeytûn û hwd, bên vekirin
Divê ji bo xizanan zevî bên dabeşkirin
Pêwîst e ji petrola Hesîre 5 ji sedî dahat ji bo Kifrî bê veqetandin
Divê ava bendavê ji bo çandiniyê were bikaranîn
Şêniyên Ranya, Germiyan û bajarê Silêmaniyê jî berî çend rojan li dijî qedexekirina derketina derve û rewşa aborî ya zehmet, daketibûn qadan.