Erdogan: Em ê bajarê Sêrt û Cefra kontrol bikin

Erdogan, çavnebariya xwe eşkere radigihîne û bi niyet e bajarê Sêrtê yê neftê li gel bajarekî din ên Lîbyayê, kontrol bike..

Derbarê rewşa li Lîbyayê jî, Erdogan bi serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî û eşkere kir ku piştî vê pêwendiyê, Tirkiyê derbasî qonaxeke nû dibe.

Li aliyekî din, piştî redkirina serdana Serac, Moskova pêşwaziya serokê Parlemena Lîbî Oqeyla Salih kir. 

Erdogan, careke din li dagirkeriya xwe ya li Lîbyayê mukur tê û çavnebariya xwe eşkere dibêje..

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku aliyekî sereke yê şerê li Lîbyayê ye ragihand “ew hewl didin bajarê Sêrt û Cefra kontrol bikin”.

Destnîşan kir jî ku “operasyonên leşkerî li bajarê Sêrtê, ji ber hebûna petrol û gazê pir girîng û hestyar in”.

Erdogan di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir ku ji ber serkeftinên hikumeta Serac, Rûsya nîgeran bûye.

Erdogan û Trump, bi rêya telefonê rewşa Lîbyayê nîqaş kir

Serokkomarê dewleta Tirk eşkere kir ku wî û serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya telefonê, pêşketinên herêmî û di serî de aloziya li Lîbyayê, nîqaş kirin.

Erdogan da zanîn ku Amerîka, rewşa li Lîbyayê ji nêz ve dişopîne û teqez kir ku, piştî pêwendiya telefonî ya bi Trump re, Tirkiyê derbasî qonaxeke nû dibe.

Mismarî: Çeteyên dewleta Tirk, sûcên şer der heqê sivîlan de dikin

Ji aliyê xwe ve, berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî teqez kir ku çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê, sûcên şer der heqê sivîlan de dikin.

Mismarî destnîşan kir ku Tirkiye, endamtiya xwe ya di NATO’yê de, ji bo binpêkirina serweriya Lîbyayê bi kar tîne.

Beriya niha jî, NY hişyarî dabû hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî û teqez kiribû ku çeteyên dewleta Tirk sûcên şer li bajarê Terhûna û Esabi’ayê pêk tînin.

Serokê parlamena Lîbî serdana Rûsyayê kir

Girêdayî mijarê, Serokê Parlamena Lîbî Oqeyla Salih, ji bo nîqaşkirina pêşketinên dawî li welatê wî, duh gihaşt Moskovayê.

Li gorî daxuyaniya Krmelinê, beriya 24 saetan, Rûsya daxwaza Fayiz Serac a serdana Moskovayê red kiribû.

Her wiha di daxuyaniyê de, Rûsya piştgiriya xwe bo destpêşxeriya Misirê ya ji bo rawestandina şerê li Lîbyayê, ragihand.

Back to top button