Çeteyên artêşa Tirk a dagirker agir berda zeviyên çandiniyê yên navçeya Til Temirê .
çeteyên dewlata Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Qasimiyê, Rîhaniyê û Erîşê yê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê xistin.
Her wiha rê nadan ku şênî û tîmên agirkujiyê şewatê vemirînin.
Dewleta Tirk a dagirker ku ji bo ziyanê bide aboriya herêmê, zeviyan dişewitîne.
Li Girê Spî di encama şewatê de, 4 hezar û 500 donim zevî şewitî û şêniyek jî birîndar bû.