Piştî daketina nirxê lîreya LIbnanê li beramberî dolarê Amerîkî, li gelek deverên welêt xwepêşandan hatin lidarxistin.
Duh êvarî, li Beyrûtê û gelek deverên din, xwepêşendan li dijî siyasetên diravî û rewşa aborî ya xirab, li dar ketin.
Li Beyrût, Biqa û bakurê welêt, ciwanan rê qut kir û agir bi dolaban xistin.
Li sûka reş a Libnanê, nirxê dolar li bermaberî lîreya Libnanî bi awayekî bilez bilind bû û asta 6 hezar lîreyî li beramberî her dolarekî derbas kir.
Çavkaniyên aborî ragihandin ku şirket û gelek saziyan, kelûpelên xwe radest nekirin ji ber ditirsin ku careke din lîre dakeve.
Li gorî rapor û lêkolînên navdewletî, derdora du milyon Libnanî dê bê kar bimînin û nîvê gel li jêr xeta xizantiyê bijîn.