
Partiya Demokratîk a Gelan HDP li dijî zext, tundî, binçavkirin û girtina endamê xwe, desteserkirina şaredariyan wê dakeve qadan.
Beriya çend rojan HDP’ê ragihand ku ewê li bajarê Edîrneyê Tirkiyê û bajara Bakûrê Kurdistan Colemêrgê ji du milan ve ‘Li dijî darbeyê meşa demokratiyê pêk bînin û heta Enqerê bimeşin
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê diyar kiri bû ku wê meşa wan 15’ê hezîranê dest pê bike.
Piştî vê biryara HDP’ê, walîtiya bajarê Edîrneyê bi daxuyaniyeke ragihand ku di navbera 14-17 hezîranê de ketin û derketina bajêr xedexe ye.