Morgan Ortigas: Em ê beşeke hêzên xwe yên leşkerî li Iraqê vekişînin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortigas da xuyakirin ku danûstandinên wan bi Iraqê re stratejîk e û Amerîka soza bidawîkirina DAIŞ û xurtkirina têkiliyên bi Iraqê re dide.

Morgan Ortigas da zanîn ku, ji bilî DAIŞ, Îran jî li Iraqê heye. Waşinton, ne tenê li dijî çekên wê yên Nuklerî, li dijî reftarên wê yên li herêmê jî fişaran dike.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku, Îran dixwaze Iraqê kontrol bike û armanca wê ew e ku gelê Iraqî ji hev bixe û got:

“Em ji dewletên cîran dixwazin ku destwerdana karûbarên Iraqê nekin û piştgiriyê bidin hikûmeta nû.”

Morgan teqez kir ku danûstandinên Iraqî-Amerîkî, ne tenê ji bo nîqaşkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê ye, her wiha ji bo xurtkirina têkiliyên siyasî, aborî û çandî ye jî.

Amerîkayê da xuyakirin ku ew hewl nade baregehên leşkerî li Iraqê ava bike û diyar kir ku ew ê beşekî ji hêzên xwe jê vekişîne.

Back to top button