Bi sedan şêniyên Minbicê şehîd Zehra bi merasîmekê oxir kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Zehra Mihemed Berkel endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ku di encama teqînekê de şehîd bûye, bi merasîmek girseyî oxir kirin.

Şêniyên bajarê Minbicê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Firat berê xwe dan goristana şehîdan.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Rêveber a Minbic axeftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî bidawîbûna axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de veşartin.

Back to top button