Meclisa herêmî ya Şedadê û Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê biryara vekirina 3 firinan li bajarokên Ebdan, El-Hedadiyê û El-Herîrî yê Şedadê erê kir.
Bi zêdebûna gazincên şêniyan ji ber kêmbûna nan, her wiha ji bo sivikirina barê firinan Meclisa Herêmî ya Şedadê û Komîteya Aborî ya Kantona Hesekê erê kir ku 3 firnan li gundewarên Şedadê werin vekirin.
Meclisa navçeyê diyar kir ku her sê firin wê li bajarokên Ebdan, El-Hedadiyê û El-Herîrî yên Şedadê werin vekirin.
Derbarê mijarê Hevserokê Meclisa Navçeya Şedadê Ela El-Umer anî ziman ku piştî ku Komîteya Aborî cihê firneyan diyar bike û arvan peyda bike wê di nava 20 rojan de ev piroje dest bi xebatê bike.