Hesen Rûhanî Ewropa û Ajansa Enerijiya Atomê hişyar kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, der barê biryara Ajansa Navneteweyî ya Enerijiya Atomê ya venêrandina cihên Nukleerî de, hişyarî da Ajans û Ewropayê.

Hesen Rûhanî duh diyar kir ku nîşandana bertekên tund, ji bo Îranê hêsan e, lê bijartina hevkariya bi Ajansê re çêtir e.

Rûhanî her wiha da xuyakirin, Îran amade ye ku çavdêriya qanûnî ya Ajansa “NY” bipejirîne û pê re hevkar be jî li gorî lihevkirina Nukleerî ya 2015’an.

Hesen Rûhanî teqez kir ku ti pirsgirêkên guftûgokirina bi Amerîkayê re tune ne û got:

“Mercê me ew e ku Amerîka, Îranê qerebû bike û bapendiyên xwe yên lihevkirina Nukleerî bi cih bîne, lê em dizanin ku bangên guftûgokirina bi me re, gotegot û derew in.”

Piştî ku Îranê zêdeyî 4 mehan nedihişt ku venêrînerên NY bigihîjin her du cihên Nukleerî, Brîtanya, Fransa û Almanya li ser daxwazî û metirsiya rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî Raphael Grossi, biryara venêrandinê da.

Back to top button