Ji aliyê Amerîka, Rûsya û Fransayê banga agirbestekê li Lîbyayê hat kirin

Derbarê aloziya li Lîbyayê û şerê domdar li welêt, ji aliyê Amerîka, Rûsya û Fransayê banga agirbestekê hat kirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê rewşa dawî ya Lîbyayê de daxuyaniyek da.

Wezaretê banga agirbestekê ji bo Lîbyayê kir û li ser redkirina hemû destwerdanên derve di Lîbyayê de teqez kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku ew ji Hikûmeta Wîfaqê daxwaz kiriye ku nekevin bin fermanda komên çete yên ku jiderveyî welat hatine.

Her wiha di axaftina di navbera serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de banga agirbestekê ji bo Lîbyayê hat kirin.

Herdu aliyan bang li aliyên Lîbî kirin ku vegerin ser maseya danûstandinan.

Back to top button