PJAK û YJA-STAR şehîd Zîlan bi bîranîn

Koordînasyona PAJK’ê û fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşandin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; xwedawend Zîlan remza jina azad û manîfestoya jiyana azad e. Bi biryardarî emê xeta hevrê Zîlan bişopînin û em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Tirk geş bikin.

 

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 24’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşandin.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku derbarê jiyana azad çi hebe di çarçoveya xeta Zîlanbûnê de ye û got:

“Rêheval Zîlan di warê taktîk, xeta çalakiyê û îdeolojîk li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan zêde kiriye.Bi çalakiya xwe diyar kiriye ku jiyan bi wate û azadiyê heke were hûnandin wê demê dê watedar be. ”

PAJK’ê desnîşan kir ku xeta Zîlanê di warê jiyana azad, têkiliyên jin û mêran a azad û xwenirxandin û xweavakirinê de bûye perspektîf.

Bûye manîfestoya jiyanê.Bûye karakterê bingehîn ê PKK û PAJK’ê, bûye helwesta mirov û jinên azad.

Rêheval Zîlan dema nasnameya jina azad di nava xwe de ava kiriye, xwe di civakê de dîtiye û bûye partî.

Salvegera 24. a şahdeta şehîd Zîlan
PAJK: Em ê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin

PAJK’ê di dawî de da xuyakirin ku ewê xeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma Tirk mezin bikin. Manîfestoya jiyanê ya ku hevrê Zîlan danî pêşiya wan pêk bînin.

Salvegera 24. a şahdeta şehîd Zîlan
YJA-STAR: Şehîd Zîlan, xwe zelalkirin û mezinbûna xeta azadiyê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 24’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand.

Fermandariyê wate û armanca çalakiya şehîd Zîlan wiha pênasekir:

“Rêheval Zîlan jineke dildar û azweriya wê ya jiyanê di asta evîneke mezin e. Ji ber vê rêheval Zîlan bi çalakiya xwe daxwaz û israra jiyana mezin, çalakiya mezin û eşqa mezin e. Ev çalakî teqez lêgerîna jiyana azad e, xwe zelalkirin û mezinbûna xeta azadî ye.”

Back to top button