Serokkomar Macron îstifaya serokwezîr qebûl kir

Serokwezîrê Fransayê Edouard Phîlîppe îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanûel Macron kir. Macron jî îstifaya wî qebûl kir.

Li Fransa di aliyê kabîneya nû ya rêveberiya welat de amadekariyên guhertinek mezin tê kirin.

Serokomariya Fransa ragihand ku serokwezîr Edouard Philippe istifaya xwe pêşkêş kiriye.

Tevî Philippe wezîrên din yên di kabîneyê de jî îstifaya xwe pêşkêş kirin.

Li gorî daxuyaniya ji koşka Elysee, heta amadekirina kabîneya nû wê Philippe karê xwe dewam bike.

Her wiha hat ragihandin ku serokomariyê îstifaya Philippe pejirandiye.

Piştî vê Koşka Elysee bi peyamekê nû ragihand ku Jean Castex yê 55 salî ji bo avakirina hikumeta nû hatiye erkdarkirin.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ev demek bû, ji bo dengê hilbijêrên kesk bigre di nava hewildanên guhertina kabîneyê de bû.

Macron di axaftina xwe ya doh de diyar kiribû ku wê di dema serokomariya xwe ya mayî de, li gel komeke nû xebatê bike.

Macron got;

“Di dema nû de, bi kesên bê alî, careke din avakirin û rêveberiyek nû wê pêk bîne.
Di nava van de, wê komek nû hebe.”

Hefteya derbasbûyî li Fransa hilbijartinên herêmî pêk hatibû.

Di hilbijartinê de, partiya Keskan serketinek mezin bi dest xistibû û partiya deshilat jî gelek deng winda kiribû.

Hilbijartinên nû ya Fransayê wê sala 2022’an were pêk were.

Back to top button