QSD: 4 çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê û Dêra Zorê hatin girtin

Tevî êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê, lê QSD di têkoşîna xwe ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de didomînin.

QSD’ê ragihand ku di oparasyonên taybet yên li herêmên Hesekê û Dêra Zorê de 4 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatine girtin û gelek çek û alavên leşkerî jî ketine destê şervanan.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi rêya 2 twîttan têkildarî çalakiyên ku şervanên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê kirî agahî belav kir.

Di twîtta yekem de, QSD’ê ragihand ku bi hevkariya hêzên koalîsyona navdewletî şervanên wan li bakurê Dêra Zorê oparasyonek taybet pêk anîn.

Di encamê de, 3 çete hatin girtin û gelek alavên taybet yên leşkerî ketine destê şervanan.

Di twîttera duyem de jî QSD’ê diyar kir ku şervanên wan li başûrê Hesekê jî oparasyonek pêk anîn.

Di oparasyona ji aliyê hêzên taybet ve pêk hatî de, çeteyek gelek çek û alavên leşkerî li ser hatin girtin.

Back to top button
Close
Close