Cotkarên Hewlêrê li hember krîza aboriyê di nav çalakiyan de bûn.
Li Hewlêrê cotkar bi sedema nikarin berhemên xwe bifiroşin û derfet nayê dayîn berhemên xwe bibin bajarên din ên Iraqê çalakiyek li dar xistin.
Cotkarên berhemên xwe li ser rêya Hewlêr-Mûsilê rijandin xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin.
Cotkar ji ajansa Rojnewsê re axivîn û gotin:
“Ji ber hikûmet destûr nade em berhemên bibin bajarên weke Mûsil, Bexda yên Iraqê û her wiha ji ber berhemên ji derve tên herêmê, em nikarin malê xwe bifiroşin.
Mînak kîloya bacanê sor bi 50 dînarî tê firotin.
Ev pir erzan e û em nikarin deynê xwe jî derxin.
Divê hikûmet rê bide em berhemên xwe bibin bajarên din ên Iraqê.”