Li Riha, Stenbol û Îzmîrê polîsan dest bi binçavkirinê kirin

Faşîzma AKP’ê ku têkçûna xwe li ber çavê xwe dibîne, zexta li ser civakê ji her demê zêdetir kiriye. Li Riha, Stenbol, û Îzmîrê polîsên faşîzma AKP’ê dest bi binçavkirinê kirin.

Siyasetmedar û endamên meclisa ciwanên HDP’ê jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin. Li girtîgehan jî ji ber girtî ji mafên wan tên bêparhiştin, girtiyan dest bi grevê kirin.

Faşîzma AKP’ê ji bo kursiyê xwe yê deshilatdariyê biparêze, êrîşên xwe yên faşîst zêde kiriye.

AKP ya têkçûna xwe li ber çavê xwe dibîne, ji bo rêgirtina li pêşiya vê û dirêjkirina temenê deshilatdariya xwe zexta li ser civakê zêde kiriye.

Carek din di hedefa AKP’ê de hêzên demokrat û gelê kurd heye.

Li navçeya Esenyûrta Stenbolê 1’ê Tîrmehê polîsan 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê binçav kiribûn.

Dadger 5 ciwan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” da girtin.

Li Riha û Îzmîrê 8 kes hatin binçavkirin

Li Riha û navçeyên wê polîsan û eskeran bi ser malan de girtin û 3 siyasetmedar binçav kirin.

Di serdegirtina li gundê Mizara Sêweregê de endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekir Karageçîlî, li navçeya Wêranşarê jî Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeyê Xidir Oktay û rêveberê rêxistina navçeyê Îshak Gunduz hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku bi ser mala endama Meclîsa Şaredariya Hewangê ya HDP’yî Sema Aîşeoglû de jî hatiye girtin lê ji ber ne li mal bû nehatiye binçavkirin.

Sedemê binçavkirina siyasetmedaran nehat zanîn.

Her sê siyasetmedarên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.

Li Îzmîrê jî serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn.

Piştî lêgerîna li malan polîsan 5 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan.

Hat zanîn, keseî ku hatiye binçavkirin welatiyê Sûriyê ye.

Li girtîgeha Osmaniyê girtî ji ber nayên dermankirin dest bi grevê kirin

Sê girtiyên ji Doza Nisêbînê ku li Girtîgeha Osmaniyê tên ragirtin bi xwesteka ku nayên dermankirin di 6’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Girtiyan bi rêya hevdîtina telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirine ku wan di 6’ê tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin e.

Girtiyan ji malbatên xwe re ragihandine ku ji gulana 2016’an ve ku li Nisêbînê hatine girtin nayên dermankirin.

Back to top button