Li Başûr-Rojavayê Bexdayê 5 xwekujên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê li başûr-rojavayê Bexdayê 5 xwekujên DAIŞ’ê kuştin.

 

Şaneyê da xuyakirin ku di encama operasyona li dijî her 5 xwekujan de, Muqedemek hat kuştin û endamekî ewlekariyê birîndar bû.

Şaneyê her wiha diyar kir ku di dema operasyonê de, xwekujekî xwe teqand.

Li Bakurê Iraqê êrîşa hewayî li dijî DAIŞ’ê pêk hat, 2 çete hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê da xuyakirin ku di çarçoveya heman operasyonê de, balafirên Fransa yên Koalîsyona Navneteweyî li bakurê Iraqê, darbeyeke hewayî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî.

Di encamê de, 2 çete hatin kuştin û cihekî wan hat rûxandin.

Li Diyalayê tibabeke mezin a çek û cebilxaneyê hat desteserkirin

Şaneya Ragihandinê da zanîn ku di encama “Operasyona Ebtal El-Iraq” de, hêzên Iraqî yên hevbeş li parêzgeha Diyalayê tibabên mezin ên çekan desteser kirin û her wiha 5 gund jî venerandin û li wir jî hejamrek çek hatin dîtin.

Back to top button