Li Bakuyê bi hezaran kes xwestin li dijî Ermenîstanê şer were kirin

Li Bakuyê ya paytexta Azerbaycanê, bi hezaran kes daketin qadan û xwestin li dijî Ermenistanê şer were destpêkirin.

Di rojên dawîn de li ser xeta sînor, di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şer derketibû.

Li Bakuyê bi hezaran kes daketin qadan û xwestin li dijî Ermenistanê operasyona leşkerî were destpêkirin.

Di xwepêşandanan de, hate xwestin ku ji bo dagirkeriya Karabaga Jor bila seferberî were destpêkirin.

Karabaga Jor di sala 1991’ê de serxwebûna xwe îlan kiribû.

Alîgirên şer ber bi parlementoyê ve meşiyan û ketin nava avahiyê.

Polîsan ev çalakger belav kir.

Ji roja Yekşemê ve di şerê li ser sînor yek jê fermandar 11 leşkerên Azerbaycanê mirin.

Dewleta Tirk jî bi awayekî eşkere piştgiriya Azerbaycanê dike.

Rayedarên Ermenistanê diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze şer gur bibe.

Back to top button