Fermandarê Lîwaya 59’an Elî Hemîd Xêdan di êrîşeke çekdarî de hat kuştin

Şaneya Ragihandin Ewlekariya Iraqê ragihad ku êrîşeke çekdarî li dijî erebeya leşkerî ya fermandarê Lîwaya 59’an a artêşa Iraqî pêk hat. Di encamê fermandar hate kuştin

Şaneyê diyar kir ku li devera Bin Sîna ya herêma Tarimiyê êrîş pêk hat. Di encamê de, fermandarê Lîwaya 59’an a artêşa Iraqî Elî Hemîd Xêdan hat kuştin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî Yihya Resûl da xuyakirin ku Serokwezîr Mistefa Kazimî perspektîfeke lezgîn da hêzên ewlekarî û istixbaratî, da ku kujerên Elî Xêdan bigirin.

7 vê mehê şîrovekarê siyasî Hîşam El-Haşimî jî ji aliyê hin çekdaran ve li Bexdayê hatibû kuştin.

Back to top button