Li gundên Dêra Zorê binesaziya înternetê hat çêkirin

Nivîsgeha Peywendiyan a Meclisa Sivîl a Dêra Zorê înternet da gundên rojava û rojhilatê Dêra Zorê.

Piştî karê du mehan Nivîsgeha Peywendiyan bircê Meamil ê li gundên rojavayê bajarê Dêrazorê amade kir û îro burc xebitî.

Nivîsgehê her wiha buhayê înternetê kêmtir kir, û ji bu yek mega ji 8 heta 12 dolarî diyar kir.

Rêveberiya Nivîsgehê Yasir Îsa diyar kir ku ev gav pêk hatiye ji bo zextê li ser bircê Siwer sivik bikin û hîn zêdetirî xizmeta şêniyan bikin.

Tê zanîn ku buhayê înterneta berê bi 40 dolarê emerîkî bû û bi rêya şîrketên taybet dihat.

Back to top button