Hêzên hikûmeta Şamê Cebel Zawiyê topbaran kirin

Li parêzgeha Idlibê ku qaşo weke herêmeke kêm-şer hatiye ragihandin şer û pevçûn dewam dikin.

Hêzên hikûmeta Şamê careke din çete li bajarok û gundên Cebel Zawiyê yên başûrê Idlibê tobaran kirin. Li Derayê jî şereê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çekdaran de didome.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku vê sibehê careke hêzên hikûmeta Şamê çete li herêmên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de çeteyek hat kuştin.

Her wiha hêzên hikûmetê piştî nîvê şevê çete li gundê Fitêre, Kensefre, Sifûhin, û Hilûbe li başûrê Idlibê tobaran kirin.

Derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li Darayê di encama teqîn û êrîşekê de 15 leşker û çekdar hatin kuştin

Li parêzgeha Derayê jî, şer û pevçûn dewam dikin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku li bajarê Senemîn çekdarên nenas bi ser mala rêveberekî berê yê çekdaran de girtin û gule li yên di hundir reşandin.

Di encamê de 5 kes ji çekdar û fermandarên berê yên komê çekdar ku li gel hikûmeta Şamê bi serpereştiya Rûsya li hev hatibûn, hatin kuştin.

Her wiha hejmareke din ji çekdaran birîndar bûn.

Li bajarê Newa yê gundewarê Derayê jî, teqemeniyek bi otomobîla Firqeya 9’ê ya hikûmeta Şamê de teqiya.

Di encama teqînê de 3 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Back to top button