Misir û Siûdî: Divê Lîbya ji destwerdanên derve were parastin

Wezîrên Misir û Siûdî Erebistan derbarê destwerdanên derve ji şerê li Lîbya re careke din helwesta xwe anîn ziman. Wezîran di konferanseke çapemeniyê de gotin pêwîst e Lîbya ji destwerdanan were bi dûrxistin.

Wezîrê derve yê Misirê Samih Şukrî û hempîşeyê xwe yê Siûdî Erebistan Feysel bin Ferhan teqez kirin ku pêwîst e rê li pêşiya destwerdana Tirkiyê ji herêmê re were girtin.

Samih Şukrî diyar kir ku ew naxwazin şer di Lîbya de gur bikin û li ser peydakirina çareseriyeke siyasî dixebitin.

Her du aliyan dan zanîn ku wan rê û rêbazên pêşîlêgirtina destekdanên derve û bi taybet dewleta Tirk gotûbêj kirin.

Back to top button