Di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li herêma Kato Jîrka ya Şirnexê de 4 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kirin:
Li devera Deriyê Qaçê yê dikeve herêma Kato Jîrka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê yekîneyeke ya dijmin a di nava tevgerê de bû kete bin kontrola gerîlayan.
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mawa û Şehîd Rizgar Gever a li herêmê dewam dike de 29’ê Tîrmehê gerîlayan çalakiyek pêk anîn.
Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
HPG’ê diyar kir ku di oparasyona dagirkeriyê ya 13 û 14 Hezîranê li herêma Gabar a Şirnexê de gerîla Delîl, Şervan û Rûhal şehdî bûn.
HPG’ê dazanîn ku wê têkildarî nasnameya şehîdan di dema pêş de agahiyan bi raya giştî re parve bikin.