Salvegera fermana 73’an ya Şengalê

Koordînasyona KJK’ê ya bi daxuyaniyeke nivîskî fermana 73’yan a li dijî civaka Êzdî pêk hatî, bi bîranî. KJK’ê got: 3’yê Tebaxê divê weke roja qirkirina jinan were ragihandin. Her wiha bang kir ku di roja fermanê de qadan bi çalakiyan dagirin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera komkujiya 3’ê Tebaxa ya 2014 ‘an a li dijî civaka Êzdî li Şengalê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK’ê di serî de şehîdên fermana 73’an a Şengalê bi bîranî û diyar kir ku ev roj heman demê weke qirkirineke jinê kete dîrokê.

KJK’ê destnîşan kir ku ‘Di komkujiyê de bi hezaran jinên Êzdî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li ber çavê cîhanê, hatin revandin, li bazaran hatin firotin, destavêtinê û kuştin. Heta niha jî bi hezaran jin winda ne’.

Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku bi berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê, Şengal careke din ji DAIŞ’ê rizgar bû. Niha jî civaka Êzdî rêxistin û hêza xwe ya parastinê avakiriye.

KJK: Divê 3’yê Tebaxê roja ‘qirkirin û qirkirina jinê’ were ragihandin

KJK’ê got:

Li dijî fermanan divê jin hê jî xwebirêxistin bikin, li ser bingeha xweparastinê, di avakirina netewa demokratîk de hê xurtir erka xwe ya pêşengîtiyê bi cih bînin.

Ji bo 3’yê Tebaxê jî di qada navneteweyî de weke roja ‘qirkirin û qirkirina jinê’ ya jinên Êzdî û Êzdiyên Kurd were qebûlkirin.

KJK’ê balkişand ser tecrîda li dijî rêber Ocalan û anî ziman ku ‘Tecrîd weke planeke şerê qirkirinê tê birêvebirin, polîtîkayên dewamkirina fermana 73’an e.

KJK: 3’yê Tebaxê qadan tev bi çalakiyan dagirin

Koordînasyona KJK’ê bang li her kesî kir ku 3’yê Tebaxê li qadan bi plansaziyên heybet û berfireh çalakî û bîranîna lidar bixin. Li dijî roja qirkirinê û qirkirina jinê, têkoşîna rêxistinkirinê hê zêdetir pêş bixin û mezin bikin.

Back to top button