
Fermadarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, kesên ku di fermana Şengalê de şehîd bûne, bi bîr anî û diyar kir ku divê Şengal bi awakî destûrî xwedî rêveberiyek xweser be.
Mezlûm Ebdî peyama li ser hesabê xwe yê twitterê de weşandî wiha got:
Em bi hezaran kesên ku di fermana Şengalê de şehîd bûne û rihê xwe ji bo parastina wê feda kirine, bibîr tînin û piştgiriya pêkanîna edaletê dikin.
Ji bo wendahiyan jî, lêgerîna me dewam e.
Ji bo bobelateke din dubare nebe, divê Şengal bi awakî destûrî xwedî rêveberiyek xweser be.