Dr.Ciwan Mistefa: 20 rewşên nû yên Corona û rewşeke mirinê hatin tomarkirin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhlatê Sûrî Dr.Ciwan Mistefa îro ragihand ku 20 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye. 

Dr. Ciwan Mistefa teqez kir ku ev kesê jiyana xwe jidestdayî 60 salî û li herêma Şehbayê ye.

D. Mistefa der barê van rewşên nû de got:

16 kes li herêma Cizîrê.

2 kes li Dêra Zorê.

2 li herêma Şehbayê, yek jê jî mirî ye.

Dr.Ciwan anî ziman jî ku kesekî berî niha li Qamişlo bi vîrûsê ketibû, ji vîrûsê baş bûye.

Beriya van rewşan jî, Desteya Tenduristiyê 30 rewşên vîrûsê ragihandibû.

Niha jî jimara giştî, dibe 50 kes.

Back to top button