Li Hewlêrê 2 endamê Tevgera Azadî bê hincet hatin binçavkirin

Duh Asayîşa PDK’ê li Hewlêrê li ser malên Endamên Tevgera Azadî de girtin û bê ku hincetek nîşan bide 2 endamên Tevgera Azadî xistin binçav. MIX

Di derbarê mijarê de Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed axivî û diyar kir ku du endamê wan ê bi navê Semînra Hemed Emîn û Ewnî Hisên hatine binçavkirin.

Nerîman Ehmed diyar kir ku asayîş bê ku hincet û belge nîşan bide endamê wan hîn jî bernedane.

Nerîman Ehmed dazanîn ku ew partiyeke muxalîfin û ji ber ku kêmasiyên desthilatdariyê dibêjin dibin hedef.

Endamê Tevgera Azadî helwesta partiyên muxalif ê Başûrê Kurdistan jî rexne kir û got:

“Divê li hember polîtîkayên li ser partiya me muxalefet bêdeng nemîne.

Em wek tevgera azadî li hember neheqiyê ti carî bêdeng namînin. Heta ku hevalên me werin berdan emê li qadan bin.”

Back to top button