Libnan..Gel li qadan in û banga cezakirina berpirsên teqînê dikin

Hejmara kesên ku di teqîna Beyrûtê de jiyana xwe ji dest da gihişt 158 kesî û zêdeyî 6 hezar jî birîndar bûne. Îro jî, ji bo cezakirina kesên berpirsê vê teqînê bi hezaran kes li Beyrûtê daketin qadan.

Îro di saetên piştî nîvro de bi hezaran kes li nêzî avahiya parlamanê li Beyrûtê kom bûn û daxwaza eşkerekirina kesên ku bûna sedema teqîna Beyrûtê kir û banga cezakirina van kesan jî kir.

Di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket.

Xwepêşandêran kevir avêtin hêzên ewlehiyê û ji bo astengkirina xwepêşandêran ku negihin avahiya parlamanê gaza rundik-rêj hat bikaranîn.

Di encama van pevçûnan de, bi dehan xwepêşander birîndar bûn.

Li gorî hin dezgehên ragihandinê jî hin xwepêşander ketin avahiya wezareta derve.

Hêzên Ewlehiyê bang li xwepêşanderan kir ku li dûrî tevlîheviyê bikevin û riyên navbera kolanan de ne-girin.

Back to top button