Navendeke Tenduristiyê li Kobanê hat vekirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ji bo nexweşên Coronayê navendên tenduristiyê ava dike. Îro li Kobanê û Reqayê du navendên Tenduristiyê hatin avakirin.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê Ciwan Zexîra diyar kir ku ew bi derfetên heyî tedbîrên xwe digirin.

Bi zêdebûna rewşên pêketina vîrûsa Coronayê li herêmê, Desteya tenduristiyê di nava girtina tedbîran de ye.

Di vê derbarê de Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê Dibistana Şehîd Hogir a li bajêr veguherand navenda karantînayê.

Desteyê tevahiya amûr û pêdiviyên taybet ji navendên karantînayê yên ku di demek berê de ava kiribûn, veguhastin wê dibistanê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ehmed Mehmûd diyar kir ku wan hemû pêdiviyên karantînayê di cihekî de kom kirin.

Ehmed Mehmûd anî ziman ku ew bi vê gavê rabûne da ku nexweş di veguhestinê de zehmetiyan nekşînin.

Back to top button