Xelkên Ranya û Germiyanê daketin qadan û banga mafên xwe kirin

Xelkên Kelar û Ranya ên Başûrê Kurdistanê li dijî nebûna xizmetguzarî û bêkariyê daketin qadan û banga mafên xwe kirin.

Tevî ku pileya germê zêde ye, îro jî karmend û mamostayên navçeyên Kelar a Germiyanê çalakî li ber Îdareya Germiyanê pêk anî.

Di çalaliyê de daxwaza berdana çalakvanên hatine binçavkirin hat kirin û xwestin ku mûçe di dema xwe de bêyî were kêmkirin were dayîn.

Xwepêşandanên li navçeya Ranya ya girêdayî Raperînê jî ev çend roj in berdewam dike, îro careke din pêk hat.

Li Ranya meşê li nav bazarê destpê kir û heta li ber Îdareya Raperîn berdewam kir.

Şênî li dijî nebûna xizmetguzarî û bêkariyê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Back to top button