Serokê Mixalîf yê Rûs Aleksey Navalnî hat jehirkirin û rewşa wî girane

Serokê Mixalîf yê Rûs Aleksey Navalnî ku hate jehirkirin, li nexweşxanê di bin çavdêriyê de ye û rewşa wî hê jî di metirsiyê de ye.

Berdevka Navalnî Kîra Yarmiş anî ziman ku Navalnî bi zanabûn hatiye jehirkirin.

Berdevk li ser malpera xwe ya civakî got,

Aleksey hat jehirkirin.

Niha ne li ser hemdê xwe ye û rewşa wî di metirsiyê de ye.

Kîra Yarmiş diyar kir ku dema ew serokê mixalefetê ji Sibîrya berê xwe da Moskovayê di balefirê de bi carekê tenduristiya wî xera bû.

Li ser vê yekê balefir bi lezgînî daket.

Yarmiş got ew difikirin ku jehir xistibin nava çaya Navalnî.

Ajansa Nûçeyan a dewletê TASS’ê jî ragihand ku Navalnî li nexweşxaneya Omsk ya Sîbîrya tê dermankirin û rewşa wî di xeteriyê de ye.

Beriya niha jî Serokê Mixalefetê Aleksey Navalnî dema di girtîgehê de bû careke din hatibû jehirkirin.

Ev yek di çapemeniya cihanî de jî deng veda û çav vegeriya li ser deshilata Vîlademîr Pûtîn.

Back to top button