Leşkerên Tirk gundên bajarokê Batûfayê talan û wêran kirin

Artêşa Tirk a dagirker duh ji çiyayê bajarokê Batîfa yê ser bi Zaxo ve, ket gundê Banikê û çend saetan di nava gund de ma.
Artêşa dagirker ket malên gundê Banikê û Mînînê yên Batûfayê û gelek mal talan kirin û hilweşandin.

Leşkerên Tirk hin mal bi temamî talan kirin, hin jî bi temamî hilweşandin û ziyan gihîşt gelek malên din.

Îro serê sibehê gundiyên ku ji ber êrîşê dev ji malên xwe berdabû, xwest vegerin mal û baxçeyên xwe, lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin û ji ber vê yekê jî, rageşî derket.

Li gorî agahiyan, dagirker li quntarên çiyan in û ji ber berxwdana gerîlayan, nikarin ber bi pêş ve biçin.

Back to top button