Li Kerkûkê 5 kes di teqîna mayînekê de birîndar bûn

Li Taxa Qadisiyê ya bajarê Kerkûkê, 5 kes di teqîna mayînekê de birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, ev mayîn berê hatibû çandin û di dema lidarxistina merasîma olî ya Şîeyan de, teqiya.

Di encamê de, nêzî 5 kes birîndar bûn.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqî jî ragihand ku li bakurê Bexdayê mayînek bi karwanekî girêdayî Koalîsyona Navneteweyî de teqiya.

Di encamê de, tenê ziyanên madî çêbûn.

Back to top button