Artêşa Îsraîlî 3 baregehên Hemasê kirin armanc

Artêşa Îsraîlî bi balafirên leşkerî 3 baregeh li başûrê Xezzayê topbaran kirin.

Çavkaniyeke ewlehî li Xezzayê ragihand ku balafirên Îsraîlî zeviyekî çandiniyê li rojhilatê El-Qerara û nuqteyek kontrola meydanî li el-Serîc û yek li Rojhilatê Refehê.

Artêşa Îsraîlî jî ragihand ku wan gelek deverên leşkerî yên Tevgera Hemasê kirin armanc, ew jî weke bersiv li ser êrîşên bi bermîlên teqîner yên tevgerê.

Li gorî ragihandina Îsraîlî, roja Yekşemê ji ber van êrîşan, zêdeyî 28 şewat li deverên Îsraîlê yên nêzî sînorê Xezzayê derketiye..

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê jî diyar kir ku eger were xwestin, ew ê derbeyeke giran li kesên ku bermîlên teqîner davêjin, bixin.

Back to top button