Rojnameger Ehmed Zaxoyî yê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatiye girtin, dest bi greva birçîbûnê kir.
Li gorî agahiyan, rojnameger Ehmed Zaxoyî ev 2 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye û rewşa wî li gorî hat gotin pir xirab e.
Jixwe tê zanîn, Ehmed Zaxoyî di 19’ê Tebaxê de dema xwepêşandana li Zaxoyê dişopand hat girtin û heya niha jî çarenûsa wî nediyar e.
Ji bo rewşa rojnameger Farûq Umer jî ku niha girtiye, birayê wî duh diyar kir ku rewşa Farûq nebaş e û mêjiyê wî ziyan ditiye.