Li Idlibê di êrîşa çeteyan de leşkerekî hikûmeta Şamê hat kuştin

Di êrîşeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Dana yê Idlibê de, leşkerek Hikûmeta Şamê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn..

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku serê vê sibê hêzên hikumeta Şamê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Di heman wextî de çeteyan jî nuqteyên hikumeta Şamê li Me’rat El-N’man ,Kefer Nûbil û Seraqibê bi mûşekan kirin armanc.

Di encam de leşkerek hikûmeta Şamê hat kuştin 3 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk 60 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kir

Li gel van êrîşan jî, dewleta Tirk a dagirker şandina çekan bo Idlibê dewam dike.

Çavdêriyê diyar kir ku şevê din, dewletaTirk nêzî 60 maşîneyên din ku piraniya wan kamyonên girtî, barhilgirên leşkeran û wesayetên zirxî di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Back to top button