Rojnameya Die Welt: Erdogan daxwaza şerekî bi Yunanîstanê re dike

Serokkomarê Tirkiye Erdogan daxwaze şerekî bi Yewnanistanê re dike da ku bikeve xizmeta siyaseta wî. Lê generalên artêşê ev yek red kiriye. Ev agahî di çapemeniyên cihanê de bû rojev.

Rojnameya Die Welt a Almanî di raporeke bi navê “Şerê Erdogan hesabkirî ye” de diyar kir ku serokkomarê Tirk ji fermandariya artêşê xwestiye ku keştiyeke Yewnanistanê li Deryaya Spî noqî avê bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, diyar kir ku Erdogan ji wan kesan re gotiye hûn ê di wê êrişê de tu kesî nekujin.

Dema generalên artêşê ev pêşniyar red kir, yekî ji wan pêşniyar kir ku balafireke Yewnanistanê bixin, lê bi rêbazeke ku pîlotê wê neyê kuştin û rêya xelasiyê bibîne.

Rojnameyê bi bîr xist ku serokkomarê Tirkiyê rageşiyeke hesabkirî ku negihêje asta şer dixwaze.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji bo Erdogan ev yek ji vekolîna gaz û petrolê li rojhilatê Deryaya Spî girîngtir e.

Back to top button