Sara Xelîl: Mêr ji pêşketina jinê ditirs e

Rêjeya kuştina jinan li herêma Firatê her roja zêde dibe, di derbarê mijarê endama Meclîsa PYD’ê Sara Xelîl axivî û got:

“Dema ku jinek bi tundiyê re rûbirû dimîne malbat û cîranên wê pê agahdar dibin, lê tu kes xwe berpirsyar nabîne ku bibe alîkar, li şûna ku alîkar bibin jinê sûcdar dikin.”

Ji despêka sala 2020’an li Herêma Firatê rêjeya kuştin, xwekuştin û bi awayekî balkêş zêde bûye.

Bîlançoya hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Herêma Firatê jî wiha ye, 2 jin hatin kuştin, 3 jin dawî li jiyana xwe anîn, mirina 3 jinan bi guman e û 10 jin ji hewildan ku xwe bikujin.

Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl nerînên xwe anîn ziman.

Sara Xelîl diyar kir ku ew rojane bi bûyerên nû re rûbirû dimînin, ev yek jî bandora xwe li ser jinan dike.

Sara Xelîl: Divê em têkoşîna xwe bidomînin

Sara destnîşan kir ku guhertin û veguheritnên ku şoreşa me bi xwe re anîn derfet ji jinanre vekir, em bang li jinan dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button