Yûnanistan: Pirsgirêk Tirkiye ye

Derbarê aloziya li Deryaya Spî, hikûmeta Yûnanistanê got ku hêdî Yekîtiya Ewropayê dizane ku Tirkiye ew e ya ku pirsgirêkan çêdike.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Yûnanistanê Meltdiades Varvitsiutes îro daxuyaniyek da û derbarê tevgera nerewa ya Tirkiyê di rojhilatê Deryaya Spî nerazîbûna xwe nîşan da.

Meltdiades Varvitsiutes destnîşan kir ku Tirkiyê bûye jêdera nearamiya li herêmê û hêdî Yekîtiya Ewropayê fêm kiriye ku ne Yûnanistan lê Tirkiyê jêdera pirsgirêkan e.

Varvitsiutes bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku divê nameyeke hişk ji Tirkiyê re bişîne da ku tevgera xwe ya nerewa li deryayê rawestîne.

Serokomariya Fransayê jî ragihand ku wê 10 îlonê li Parîsê derbarê kiryarên Tirkiyê li Deryaya Spî, lotkeyeke Ewropî pêk were.

Back to top button