Li Mînskê 100 hezar kes daketin qadan: 250 kes hatin binçavkirin

Li Mînskê paytexta Belarûsê di xwepêşandanên li dijî Lûkaşenko de, zêdetir 100 hezar kes meşiyan û derdora 250 kes hatin binçavkirin.

Wezareta Karê Navxweyî daxuyaniyek da û diyar kir ku li taxên cihê yên paytextê nêzî 250 kes hatine biçavkirin.

9’ê Tebaxê, Piştî hilbijartinê, mudaxeleyên tund li çalakiyên protestoyê hatibû kirin 3 kes miribûn, bi dehan kes birîndar bûbûn û 7 hezar kes hatibûn biçavkirin.

Roja Şemiyê jî nêzî 10 hezar jin daketin qadan û jinan pankarta ‘Lûkaşenko, tu hatî qewirandin’ hildan.

Aleksandr Lûkaşenko yê ku 26 sal in li ser desthilatdariyê ye piştî hilbijartinê, şêniyan her rojên Yekşemê çalakiyên protestoyê li dijî wê li dar dixin.

Her weha Nêzî 100 hezar kes tevlî çalakiya vê hefteyê bûn.

Back to top button