Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya tifaqa gelên Kurd û Ereb û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn a nû wê bi tifaqa Kurd û Ereban ava bibe. Kalkan got, “Em xebatên xwe yên ji bo avakirina yekîtiya demokratîk a Kurd û Ereb didomînin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan duh êvarê bû mêvanê bernameya Ulkeden a televizyona Medya Haberê û li ser pêşketinênli Kurdistan û Rojhilatana Navîn nirxandinên girîng kir.
Kalkan têkildarî avakirina Rojhilatek Navîn a nû û têkoşîna hevpar a gelan, bal kişand ser pêwîstiya tifaq û pêwendiya navbera Kurd û Ereban.
Duran kalkan diyar kir ku divê MSD, hêzên di nava Rêveberiya Xweser de cih digrin çareseriyê li cihê rast bigerin, tifaqên rast pêşbixin.
Dûran kalkan: Li hevkirina MSD û partiya Îradeya Gelan girîng e
Kalkan balkişand ser tifaqa di navbera MSD û Partiya Îradeya Gel û got:
“Ger ku vê tifaqê ewqas deng vedabe, wê demê ya rast ev e. Wê demê wê çareserî di vê rêyê de pêk were.”
Kalkan diyar kir ku TEV-DEM, PYD û MSD dikarin peywendiyên piralî pêk bînin û wiha dewam kir:
“Rêxistinên jin û ciwanan ên Sûriyê dikarin tifaqên cuda bi gelên din re pêş bixin.
Ji hêzên nava rejîma Sûriyê kîjan alîgirê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Sûriyê bin, dikarin bi wan re peywendî pêş bixin û tifaq bikin. Ya rast û divê pêk were ev e.”
Dûran Kalkan: Divê Kurd û Ereb li hember fitneyan şiyar bin
Kalkan diyar kir ku di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn de, ew weke PKK gelek girîngiyê didin tifaqa Kurd û Ereb.
Kalkan dazanîn ku dewleta Tirk û hin hêzên wir ji bo berjewendiyên xwe dixwazin fitnê têxin nav gelê kurd û Ereb, divê ev rastî baş were dîtin û ne Kurd ne jî Ereb neyên van lîstokan.
Kalkan got:
“Ji bo em yekîtiya demokratîk a Kurd û Ereb ava bikin, hewldanên me didomin.
Em girîngiyê didin tifaqa bi Iraq, Misir, Lîbyayê re ya li dijî dewleta faşîst a Tirk.
Ev yek wê bi wan jî bide qezenckirin. Em weke Tevgera Azadiya Kurd careke din banga hevgirtinê li gelê Kurd û Ereb dikim.”
Dûran Kalkan: Divê Iraq li hember zextan serî netewîne xweseriya Şengalê nasbike
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li hember hewildanên li dijî Şengalê jî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li hember zextê Tirkiye û Îranê serî netewîne û got:
“Divê Kurdên Şengalê, gelên din û bi taybetî jî sîstemeke xweser a ku Kurdên Êzidî bikarin di nava ewlehiyê de azad bijîn, nas bike.
Eger wisa nebe, Iraq serî ji zextên navnetewî û herêmî re bitewîne û bê lîstikan, wê Iraq zêdetir wenda bike.”



