Li dijî sûcên dewleta Tirk, li Reqayê çalakiya konvendanê hat destpêkirin

Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî çalakî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Meclisên gel ên Reqayê bi beşdariya bi sedan şêniyên herêmê çalakiya konvedanê da despêkirin.

Jinên ciwan ên bajarê Hecînê yê Dêra Zorê jî bi daxuyaniyekê sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî tên kirin şermezar kir.

Meclisên gel ên Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Konê çalakî li berava çemê Firatê li nêzî Pira Kevn a Reqayê hatiye vedan.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û malbatên şehîdan herikîn bin konê çalakiyê.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê meclisên gel ên Reqayê ve hat xwendin û sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyan li herêmên dagirkirî hat şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li NY, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku alîkariya gelê Sûriyê bikin û rê li pêşiya dagirkera Osmanî bigirin.

Piştre sînefizyonek girêdayî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê bakurê Sûriyê û şanoyek ku rewşa gelên Sûriyê li herêmên dagirkirî vedibêje pêşendan.

Tê payîn ku çalakî 2 rojan bidome.

Jinên Hecînê ya Dêra Zorê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên ciwan ên bajarê Hecînê yê Dêra Zorê jî bi daxuyaniyekê sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî tên kirin şermezar kir.

Daxuyanî bi slogana “Na ji tundiya li dijî jinan re” û bi beşdariya bi dehan jinên ciwan û endamên meclisên herêmî û şaredariyan hat xwendin.

Jinan diyar kirin ku li herêmên dagirkirî dewleta Tirk sûcên xwe ji revandin, kuştin û îşkencekirinê dewam dike.

Jinan tundiya li dijî jinan şermezar kirin û destnîşan kir ku wê li hember tundiyê bisekinin.

Jinên Hecînê di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildar kirin ku qanûn tund li dijî bûyerên li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tên deynin.

Back to top button