Salvegera damezirandina 17. a PYD’ê..Li Qamişlo civînek hat lidarxistin

Partiya Yekitiya Demokrat PYD’ê bi boneya salvegera 17. a damezrandina partiyê, li Qamişlo civînek li dar xist. Hevserokê partiyê Enwer Mislim anî ziman ku bi saya hevgirtina pêkhateyan û biratiya gelan ew ê karibin li dijî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.

Sibe salvegera 17’emîn a damezrandina Partiya Yekitiya Demokrat PYD’ê ye.

Bi vê boneyê PYD’ê bi slogana “Bi yekitiya demokratîk em ê dawî li dagirkeriyê bînin û Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokrat ava bikin” li bexçeyê Dremland ê bajarê Qamişlo civînek li dar xist.

Bi dehan endamên PYD’ê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Enwer Muslim: Bi hevgirtinê em ê komployan têk bibin

Di civînê de hevserokê PYD’ê Enwer Muslim axivî û diyar kir ku ji dema damezrandina Partiyê û heta roja îro partî ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşe.

Enwer Muslim da zanîn ku ji bo parastina rêgez û nirxên partiyê bi dehan endamên partiyê canê xwe feda kir.

Enwer Muslim bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û diyar kir ku bi saya hevgirtinê ew ê komployên li dijî vîna gelan têk bibin.

Enwer Muslim bang li pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin û parastina destkeftiyên bi saya xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin, bikin.

Back to top button