Li bejahiya rojhilatê Dêra Zorê di encama teqîna mayînekê de 2 zarok birîndar bûn.
Îro li bejarokê Sose yê bejahiya rojhilatê Dêra Zorê mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiya.
Di encamê de zarokê bi navên Mihemed Zixêr yê 12 salî û Xalid Meşan yê 16 salî birîndar bûn.
Her du zarokên birîndar bûn ji bo tedawiyê ew rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê û tîmên rakirina mayînan cihê bûyerê dorpêç kir û li mayînên dibe ku hatibin çandin, digerin.