Çend jinên Rûsî yên daiş’î ku hewl dan ji kampa Holê birevin, hatin girtin

Di her nûçeyên xwe de em balê dikişînin li ser metirsiya çeteyên DAIŞ’ê yên dilgirti.

Ji ber ku wane xeteriyekê mezin li ser ewlehiya herêm û cihanê çêdikin.

Ji xwe Kampa Holê û rewşa malbatên DAIŞ’iyên li wir li ber çavanin.

Herî dawî çend jinên Rûsî yên DAIŞ’ê, hewl dan ji Kampa Holê, birevin, lê hatin girtin.

Kampa Holê ya ku bêhtirî 70 Hezar koçber, Penbaer û Malbatên DAIŞ’ê yên biyanî tê de ye, roj bi roj xeteriya wê zêde dibe.

Herî dawî çavkaniyên taybet ji Ronahî TV re ragihandin ku, çend jinên Rûsî yên DAIŞ’ê hewl dane ji Kampê birevin.

Lê hejmara wan diyar nekir.

Çavkanî da zanîn ku jinên xwestin birevin hatin girtin, lê awayê rev û girtina wan zelal nekir.

Aliyên bakur û Rojhilatê Sûrî dibêjin ku, rewşa vê kampê weke bombeyeke ne teqandî ye û her diçe barê wan giran dibe.

Herî dawî jî Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî bang li çeteyên xwe kir ku êrîşî kampa Holê bikin da ku jin û zarokên wan birevin.

Leave a Reply

Back to top button