Li Nînewayê çekdarekî Heşdî Şebî hat kuştin û yek jî birîndar bû

Şaneya Ragihandina Ewlekariya Iraqî da xuyakirin ku li Nînewayê çekdarekî Heşdî Şebî di poerasyoneke dijî DAIŞ’ê de hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Şaneyê diyar kir ku hêzên ewlekariyê li devera Cizret Ken’ûs a Nînewayê miqdareke çek û cebilxaneya şaneyên DAIŞ’ê girt.

Hêzên ewlekariya Iraqî li rojavayê Nînewa li sînorê Iraq û Sûriyê 3 kesên ku berê çeteyên DAIŞ’ê bûn, girtin. Yek ji wan, regeznameya Sûrî pê re ye.

Rêveberiya istixbarata leşkerî ya Iraqî jî li parêzgeha Diyalayê jimareke mayin li tuneleke DAIŞ’ê girt.

Çete vê tunelê ji bo xweveşartina ji balafirên keşfê bi kar tînin.

Back to top button