Îtifaqa Kurdistanê: Êrîş dijminatiya nava civakê kurtir dike

Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Îtîfaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasetmedarên Kurd û HDP’ê bertekên xwe anîn ziman.

Nûnerên Îtifaqa Kurdistanêa bang li hikûmetê kirin gotin, rêyên diyalogê negirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Gunve rexneya “bêdengiyê” li muxalefetê kir û got, her bêdengî hêz dide AKP-MHP’ê.

Nûnerên partî û rêxistinên ku di xebatên Îtîfaqa Kurdistanê de cih digirin, li dijî operasyona siyasî, li cihê Cemîyeta Rojnamegerên Guneydogu ya li Parka Sumerê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de Hevserokên Giştî yên DBP’ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir di nav de gelek parlementerên HDP’ê, partiyên kurdistanî û rêxistinên civakî amade bûn.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PİA) Ahmet Kaya daxuyanî xwend û wiha got:

Li Tirkiyê hişmendiya siyaseta takekesî, zilm û zordariya ku li ser opozîsyonê, bi taybetî jî li ser Kurdan tê kirin roj bi roj zêde dibe û gihîştiye asta herî bilind.

Ev helwest rojên yekpartiyetiya Tirkiyê tîne bîra me.

Ev siyaset dixwaze dijberî û dijminatiya di nav civakê de kûrtir bike.

Êdî raya giştî ya kesên/aliyên demokrat li Tirkiyê û piraniya Kurdan hişyar bûne.

Îtifaqa Kurdistanê: Kurd dê bigêjin mafê xwe yê rewa

Kaya da zanîn ku niha rewşek zehmet ya ji bo gelê kurd heye lê ti guman têde nîne ku Kurdên her çar aliyên Kurdistanê wê bigehêjin mafên xwe yên rewa.

Îtifaqa Kurdistanê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir.

Em bang li wan hemû rayedarên Tirkiyê dikin: Ji demokrasiyê dûr nekevin û rêya diyalogê nexitimînin.

Bi tund û tûjiyê, bi terorê doz û dawayên civakî, siyasî û etnîkî çareser nabin.

Bûyer û serpêhatiyên sed salan vê yekê nîşan dide.

Li Dêrsim û Rihayê çalakî hatin lidarxistin

Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, li Kolana Hunerê, operasyona ku bi hinceta bûyerên Kobanê li dijî HDP’ê hatibû lidarxistin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li erdnîgariya Kurdistanê gelek êş hatine jiyîn, lê li gel vê jî gel serê xwe teqandiye.

Guven, destnîşan kir ku dema eniya demokrasiyê bihêz be dê polîtîkayên bi vî rengî nekevin dewrê û ev rexne li muxalefetê kir.

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bi heman armancî li ber avahiya xwe çalakiya rûniştinê li dar xist.

Di çalakiyê de êrîşên li ser HDP’ê hatin şermezarkirin û bê navber slogan hatin gotin.

Back to top button