Li Efrînê çeteyan 4 sivîl ji gundê Şîtka yê Mabeta revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl ji navçeya Mabeta revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê duh ragihand ku bi armanca stnandina pereyan ji Efrîniyan, çeteyan 4 sivîl ji gundê Şîtka ya navçeya Mabetayê revandin.

26’ê Îlonê, çeteyan şêniyên bi navê Kemal Mihemed Hemîd Zêno (40) û Welîd Mihemed Zêno revandin.

25’ê Îlonê jî, istixbarata Tirkiyê Mihemed Hemîd Zêno (70) û Ebdo Mihmed Zêno (34) revandin.

Rêxistinê da zanîn ku piştî standina 150 Hezar Lîreya Sûrî weke fidye ji her girtiyekî, çeteyan ew berdan.

Back to top button