Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinan a PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 225 delgeyan, bi hilbijartinên nû û girtina biryaran bi dawî bû.
Biryarên Meclisa Jinan a PYD’ê girîngî da perwedekirina jinan û domandina têkoşîna wê, li dijî êrîşên dagirkeran.
Duh Kongreya 2. a Meclisa Jinan a PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dirûşma “Bi rêxistin û pêşengtiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêveberiya Xweser ji bo mîsogeriya Sûriyeke demokrat bisepînin” hat lidarxistin.
Kongra li hola Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan, bi beşdariya 225 delegeyan pêk hat.
Di kongreyê de, rapora 2 salan ê kar û xebatên meclisê hate xwendin û li ser nirxandin hat kirin.
Her wiha 22 jin ji bo Melcisa Jinan a Giştî ya PYD’ê ji nû ve hatin hilbijartin.
Biryarên ku di kongreya meclisa jinan a PYD’ê hatine girtina jê ev in:
-Rizgarkirina herêmên dagirkirî.
-Kongreyeke taybet têkildarî binpêkirinên li herêmên dagirkirî û sûcên li dijî jinan were lidarxistin.
-Rêxistinkirina jinên ciwan û xurtkirina komîteyên wan.
-Zanebûna siyasî û têkoşîna li hemberî şerê taybet.
-Vekirina dewreyên perwedeyê ji bo jinan.
-Berdewamkirina pêngava “Kuştina jinan rawestînin”.
-Pêşxistina xebatên dîplomasî û xurtkirina têkiliyan bi rêxistinên jinan i Sûrî û derve.
-Destekdayîna jinan ji bo lidarxistna kongreyek netewî ya kurdistanê.
-Ji bo azadiya Rêber Ocalan jî berdewamkirina têkoşînê.
Meclisa Jinan a PYD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî di Kongreyekê de sala 2018 hat damizrandin