Artêşa Tirk Şera û Şehbayê topbaran kirin

Arteşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, gundên Şera yên Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, şevê din gundên Meranaz, Malikiye, Alqemiye û Şiwarxa yên navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Hêzên dagirker ji tepê Dadarê yê herêma Şehbayê, gundên navborî topbaran kirin.

Hemwextî topbarana gundên Şera, dagirkeriya Tirk gundê Eyn Deqnê yê Şehbayê jî da ber topan.

Back to top button