MSD’ê ji şêniyên Şedadê re nameya Ilham Ehmed ragihand

Bi armanca ragihandina nameya Îlham Ehmed a derbarê derxistina koçberan ji kampa Holê, Şandeyeke ji MSD’ê, bi şênî û rûspiyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê re civiya.

Civîn li buroya PYD’ê hate lidarxistin.

Di civînê de rewşa siyasî, pirsgirêk û daxwazên gel di warê xizmetguzariyê û mjara berdana girtiyên ku destê wan di sûcên qetilkirinê de tune ne hat nirxandin.

Endamê Buroya Rêxistinî ya MSD’ê ya Hesekê Ezîz Silêman destnîşan kir di civînê de şênî û rûspiyan daxwaza berdana girtiyên ku sûcên nekirine, kirin.

Silêman diyar kir ku wan ji şênî û rûspiyan re soza efûyeke giştî û valakirina kampê Holê ji niştecihên Sûrî ya ku Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed re da bû, ragihand.

Şêxên eşîreya Milhim a Şedadê, Şêx Hemza El-Giûd spasiya MSD’ê kir û destnîşan kir ku gelên herêmê bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re ne û dê destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Back to top button